Çapemenî û Raya Giştî Re!
Berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dike.
Hewldanên artêşa Tirk a faşîst ên ji bo şikandina berxwedana hêzên me, ku bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî dike, careke din bêencam ma.
Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Trik a dagirker Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 11 caran jî bi balafirên şer, bi dehan caran bi obusan bombe kir.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên dijmin wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 20'ê Îlonê saet di 12:00, 14:00 û 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê sê caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Dogan. Di van çalakiyan de bi qasî ku hate zelalkirin dagirkerek hate cezakirin.
– 20'ê Îlonê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirker xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
– Di daxuyaniya xwe ya 19'ê Îlonê de me ragihandibû ku 18'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li dijî dagirkerên dixwestin bikevin çeperên şer ên li Şehîd Agir, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Hêzên me piştre zelalkirin ku 2 dagirker hatine cezakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
– 20'ê Îlonê saet di 18:00 de li herêma Xakurkê li qada Girê Şehîd Kamûran, tîmên me komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û piştre lê dan.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger dagirkerên li derdora çeperên şer xistin bin kontrola xwe. Saet di 08:30'î de dema ku 4 dagirker li hev kom bûn, hêzên me bi çekên giran lê dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê;
– 20'ê Îlonê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên li Girê FM û Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
– 19'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, çeperên şer 2 caran bi bombeyên qedexekirî yên bi bandoreke giran û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
– 20'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Agir, Şehîd Felat û Şehîd Bahoz, her wiha çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn ê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 13 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de çeperên şer ên li Şehîd Bahoz ji saet 16:00 heta 16:30'î bi gazên îsotê hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 19'ê Îlonê li Garê derdora gundê Bêbadê, li Metînayê derdora gundê Tirvanis û Gundê Şêlazê bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.
– 20'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 20'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM bi obusan bi dehan carî hatin bombekirin.
– 20'ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.
21 ê Îlon a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê