HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 3’ê Cotmehê de di saet 21.30’an de li navçeya Dihê  ya Sêrtê li nêzî qereqola Memîra di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê. 

Nasnameya rêhevalên mey ê gihîştiye şahadetê:

 

 

Nasnav:  Ferhat Dîlok
Nav û paşnav: Erdal Ceylan
Cihê Jidayikbûnê: Dîlok
Navê dayik û bav: Zahîde – Fadil
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Cotmeh 2012 / Dihê, Sêrt

 

 

 

 

 

Nasnav: Serxwebun
Nav û paşnav: Murat Aça
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav:
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Cotmeh 2012 / Dihê, Sêrt

 

 

Di 4’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Diha Sêrtê li nêzî Gundê Torik di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

 

 

Nasnav: Mêrdîn
Nav û paşnav: Edîp Çîçek
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Ayten – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şahadetê: 4 Cotmeh 2012 / Dihê, Sêrt

 

 

Gerîlayên me yê li dijî hemû êrîşên artêşa dagirker û faşîst ên tunekirina gerîlayên me armanç dike bi lehengî liberxwedane û gihîştine şahadetê. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me  di vê roja lanetkirina komploya 9’ê Cotmehê re bikin yek û bi serhildanan xwedî li van lehengan derbikeve.

9 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê