Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve hetanî 23’yê pûşperê danê êvarî artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li Qadên Parastina Medya li hember qada Avaşîn ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye li dar xistiye.
2. Di 21’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Zebîsorê, Berdeşerê, Vevîrava, Mergevanê û Meydanokê ku girêdayê Gevera Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistiye. Operasyon bi çekên giran û sewqiyata leşkeran didome.
3. Di 15’ê pûşperê de li hember gundê Şitazan û derdora wê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye. Di encama van êrîşan de eydî gundiyan gelek sewal telef bûne.
24 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê