HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 12’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember qadên Oremar û Çarçela ku girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ne operasyonek dane destpêkirin û ev operasyon hê jî didome.

2. Di 11’ê pûşperê de danê sibehî li hember qadên Meydan Kolya û Deşta Mergê ku girêdayî Bêşebaba Şirnexê ne, ji hêla artêşa TC’ê ve ku di nav wan de cahşên eşîrên Gewda, Jirkî û Mamxurî jî hene operasyonek hatiye destpêkirin. Piştî ku operasyona heman rojê bi paş ve vekişiyaye, eydî artêşa TC’ê yekîniyên biçûk ku ji tîmên taybet pêk tên li qadê hiştine.

3. Di 11’ê pûşperê de danê êvarî li hember qada Geliyê Zap ku girêdayî Çelêya Colemêrgê ye ji hêla artêşa TC’ê ve operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona navborî hê jî didome.

4. Di 11’ê pûşperê de saet di navbera 15:30-16:30’an de artêşa TC’ê ve obûs û hawan avêtine qada Çiya Reş ku girêdayî Zapê ye.

12 Pûşper 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê