HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 28’ê tîrmehê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember Bênavyayê ku li qada Cudî ye û girêdayî Şirnexê ye êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye. Di encama êrîşa ku hetanî danê êvarî berdewam kiriye de li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.

2. Di 27’ê tîrmehê de ji danê sibehî hetanî 28’ê tîrmehê hetanî danê êvarî li Qadên Parastina Medya li hember gundên Nêrve, Kinyaniş û Merganîşê ku girêdayî Zapê ne artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

29 Tîrmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê