HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 9’ê Tebaxê li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî herêmên Mûseka û Bezeno ji hêla helîkopterên skorsky êrîşeke ji topên agir hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 8 û 9’ê Tebaxê li navçeya Colemerg Şemzînan ê li dijî girê Helikopter ku ewlekari ya Tabûra Rûbarok digre ji hêla gerîla yê me du çalakiye hatiye lidarxistin. Di encama her du çalakiyan de konek û 2 çeperê dijmin hatiye derbe kirin. Artêşa TC kuştî û birîndarê xwe bi 2 helikopterên skorsky du caran ji herêmê dûr xistiye. Piştî çalakiyan ji aliyê artêşa TC li dijî herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewat a li gundê Kelatê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

3. Di 8’ê Tebaxê li Şirnex li dijî herêma Geliyoka ku bi ser Gabarê ye ji aliyê artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.

4. Di 9’ê Tebaxê di navbera saet 20.30-21.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî geliyê Alaniş û girê Heliz ku girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de agirê li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 8’ê Tebaxê di derdora saet 03.00’ande li navçeya Amed Lîcê li nêzî gundê Paşçiya di navbera gerîla yê me ku diçûn erkekê û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelal kirin. Hevalê me Agit Semsûr (Çetin Degirmencî) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

6. Di 7’ê Tebaxê saet 09.15’ande li Dersimê li dijî konvoyeke leşkerî ya ji qereqola Helborî diçû navenda Dersimê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê maşîneke bi zirx ya akrep ku tê de 4 leşker hebû ji hêla gerîla yê me hatiye îmha kirin. Maşîneke bi zirx ya akrep jî hatiye derbekirin. Piştî çalakiyê ji aliyê helikopterên kobra li dijî herêma çalakiyê hatiye bombebaran kirin. Di encama bombebaranê şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Piştî çalakiyê li dijî herêmên Pulveng û Helborî ji aliyê artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî bi awayê yekîneyên veşartî ku kemîn û keşfê dimeşînin berdewam dike.

7. Di 5’ê Tebaxê di derdora saet 21.00’ande li Wanê li dijî Muduriyet a Ewlehiyê ya navçeya Çaldiranê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalaki ya ku veguheriye pevçûnê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. 3 hevalê me jî bi lehengî pevçinîne û gihîştine şahadetê.

Agahi yên nasnameyên hevalên mey ê şehît ketin e;

 

Agir - Çetin Değirmenci

Navê Kod: Agir Semsur
Nav û Paşnav: Çetîn Degîrmencî
Dîrok û Cîhê Zayînê:1986 / Semsûr
Dîrok û Cîhê Tevlêbûnê: 2008 / Amed
Navê Dayik: Hatun
Navê Bav: Ali
Dîroka Şahadetê: 5 Ağustos 2010 / Çaldıran, Van

Ferhat - Cemal İbo

Navê Kod: Ferhat Gabar
Nav û Paşnav: Cemal İbo
Dîrok û Cîhê Zayînê:1979 / Afrin
Dîrok û Cîhê Tevlêbûnê: 1994 / Afrin
Navê Dayik: Kadife
Navê Bav: Mehmet
Dîroka Şahadetê: 5 Ağustos 2010 / Çaldıran, Van

Brusk - Abdulvahap Demir

Navê Kod: Brusk Van
Nav û Paşnav: Abdulvahap Demir
Dîrok û Cîhê Zayînê:1982 / Muradiye, Van
Dîrok û Cîhê Tevlêbûnê: 2007 / Van
Navê Dayik: Necibe
Navê Bav: Muhammet
Dîroka Şahadetê: 5 Ağustos 2010 / Çaldıran, Van

 

 

10 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG