Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Simsorê ku girêdayî Yayladereya Çewlikê ye bi firokeyên şer qad hatiye bombebarînkirinê û operasyonek hatiye lidarxistin û di 22’yê pûşperê de operasyon bi paş ve vekişiyaye.
2. Di 22’yê pûşperê de saet di navbera 19.00-24.00’an li Qadên Parastina Medya li hember Hevrazên Xantûr, Şeşdara û Geliyê Pisaxa ku girêdayî Heftanînê ne, ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke bi hawan û obûsan li dar ketiye.
3. Di 22’yê pûşperê de saet di navbera 09.00-11.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember Çiyareş, Cehenemê û Girê Angola û Gundên Êlê, Fileh, Nervê û Dîtaza ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
4. Li navçeyên Kelkît û Şîranê ku girêdayî Gûmûşhaneyê ne û li navçeyên Şebînkarahîsar û Alûcrayê ku girêdayî Gîresûnê ne, Artêşa TC’ê kemînan davêje û operasyon li dar xistiye.
23 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG