Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 16’ê mijdarê de bi roj saet di navbera 11:00-12:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
2. Di 15’ê mijdarê de firokeyên kobra yên Artêşa TC’ê bi roj saet di navbera 08:00-12:00’yan de qada Govendê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ye bê navber bombebarîn kirine û êrîşeke bi obûs û hawanan lidarxistine.
17 Mijdar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê