HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê Gulanê de di saet 17.00’an de li Çewlikê li dijî Hozavît, Şehîd Hozan, Hebûn, Girê Karmas, Şehîd Yildiz, Şehîd Hozan û Geliyê Pîr ku di navbera navçeyên Xorxolê û Gêxî ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di 26’ê Gulanê de di saet 05.30’an de ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên skorsky yan û ji erdê jî bi maşînên leşkerî hêze xwe veguheztiye û çarçove ya leşkerî hatiye berfirehkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî bi rengê kemînan li neqebên girîng avêtin ê berdewam dike.

2. Di 26’ê Gulanê de di navbera saet 19.00-20.00’an de di navbera Colemergê û navçeya Colemergê Çelê yê di navbera leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, panzêrek dijmin jî derbe xwariye. Piştî pevçûnê dijmin bi sê ambûlansan kuştî û birîndarê xwe ji herêma pevçûnê dûr dixîne. Operasyon a li herêmê di heman rojê de di saetên êvarî de bêencam paş de zîviriye.

3. Di 27’ê Gulanê de di navbera saet 08.30-09.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Mahîr Mîrzo, Xeregol û Gundên Horê, Reşmê, Zerê û Şifreza ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye û bombebaran a bombeyên mîsketên ku li gorî xalên şer ên navnetewî qedexeye hatiye lidiarxistin.

4. Di 28’ê Gulanê de (îroj) di navbera saet 00.00-02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Heftenîn û Girê Bêtalma ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 26’ê Gulanê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş, Girên Şehîd Cîhat û Şehîd Zekî ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. 28 Mayıs günü (bugün) 00.00-02.00 saatleri arasında Medya Savunma Alanlarına bağlı Haftanin'in Girê Bêtalma ve Haftanin köyüne yönelik olarak TC ordusu tarafından havan ve obüs saldırısı yapılmıştır.

6. Di 26’ê Gulanê ji saet 23.00’an heta 27’ê Gulanê saet 01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Şehîd Şêxmûs û Şehîd Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

28 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê