HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê Gulanê de li Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Bagok, Şehîd Hebûn, Şehîd Yildiz, Geliyê Qîr, Şehîd Hozan û Şehîd Şoreş ku di navbera navçeyên Xorxol û Gexiyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Di 27’ê Gulanê de berê operasyonê dane Altin Huseyin, Bilîcan û Geliyê Qîr ê. Agahiyên berfireh ên operasyona berdewam dike wê demê pêş raya giştî bê agahdarkirin.

 

2. Li naveda Çewlikê li dijî herêmên Ferxan û Kaniyan ê ji aliyê Artêşa TC’ê xebatên keşif û istixbaratê tê meşandin.

3. Di 30’ê Gulanê de li dijî herêmên Şehît Xebat û Şîrvanê ku girêdayî navçeya Azarpêrtê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobra bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Ji 25’ê Gulanê û vir ve gelek herêmên Çewlikê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.

5. Di 29’ê Gulanê de di navbera saet 19.00-19.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Dijwar, Sêgoşeya Avaşîn û Basya Gundê Stûnê û Kiyê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

30 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê