HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 9’ê Gulanê û virve li Bedlîsê û derdora wê bi tevlêbûna cerdewanan ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di çarçova heman operasyonê de di 17’ê Gulanêd de li dijî herêma Şêx Cûma bi helîkopterên skorsky û bi maşînên zirx operasyon hatiye berfirehkirin. Di operasyonê de ji aliyê helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin û nepoxên ji dermanê pêk dihat hatiye avêtin. Di 18’ê Gulanê de di saet 10.00’an de di navbera şaxek dijmin û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, yek leşker jî hatiye birîndar kirin. Piştî pevçûnên li herêmê ji aliyê helîkopterên kobrayê hatiye bomberankirin. Di heman rojê de li herêma Lêrê di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek din qewimiye. Di encama vê pevçûnê de jî gerîla yê me Demhat Koçer – Ridvan Aktaş bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Operasyon a dijmin ya li herêmê bi rengê yekîneyên veşartî bi avêtina kemînan berdewam dike.

Nasname ya gerîla yê me yê şehîd ketiye.;

Demhat Koçer - Rıdvan Aktaş

Navê kod: Demhat Koçer
Nav û paşnav: Ridvan - Aktaş
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1983 / Tetwan, Bedlîs (Bi eslê xwe ji Sêrtê ye)
Navê dê û bav: Hasim – Suleyman
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2002 / Amed
Dîrok û cîhê şahadetê: 18 Gulan 2011 / Şêx Cuma, Bedlîs

Demhat Koçer – Ridvan Aktaş

2. Di 18’ê Gulanê de li Amed li dijî Reşanê Bamitnê û Sîsê ku bi ser herêma Şehîd Kendal e ji aliyê Artêşa TC’ê bi rengê kemînan operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 11.00’an de ji aliyê helîkopterên kobrayan li dijî herêmên Sîsê û Henyes neposxên dema digihêje erdê diteqe û rengekî sor û spî belavdibe hatiye avêtin. Piştî gaza hatiye avêtin bi saet –saet û nîvek ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêmê lêgerîn pêk hatiye. Operasyona li herêmê bi rengê kemînan berdewam dike.

3. Di 19’ê Gulanê de di navbera saet 22.00-24.00’an de li Herêmê Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma û Gundê Heftenînê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitin.

20 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê