HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2’yê avrêlê de(îro) danê sibehî saet 05:00’an de Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Govendê ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar dixe û ev êrîş hê jî berdewam dikin.

 

2. Dji 2’yê avrêlê de danê sibehî saet di navbera 05:00-07:30’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

3. Di 1’ê avrêlê de êvarî saet di navbera 20:00-21:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember Girê Hêliz û derdora wê ku girêdayî qada Heftanînê ye êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

4. Di 1’ê avrêlê de bi roj saet di navbera 08:00-10:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên GundêHeftanîn, Kuranîş û Deriyê Davetê ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

5. Di 31’ê adarê de êvarî saet di 19:00’an de li Xanê, Êrîş û Gûzereşê ku girêdayî Çelê ne di navbera tîmên taybet ên eydî Artêşa TC’ê ne û hêzên gerîlayên me de şer qewimiye. Di encama pevçûna ku saetek berdewam kiriye de, gelek leşker ji hêla gerîlayên me ve hatine kuştin û yekîneyeke Artêşa TC’ê ku hewl dane ji sînor derbas bibe jî hatine pijikandin. Bes der barê mirî û birîndarên dijmin de agahiyeke zelal bi dest me neketiye.

Piştî pevçûnê saet di 20:30’an hetanî sibehî, ji hêla yekîneyên topan ên Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember Erbîş, Gûzê û gundê Helalê, Şîva Hespa û Şîfrezayê ku girêdayî Zapê ne êrîşek bi hawan û obûsan lidarketiye û qada pevçûnê hem ji bejahî de hem jî di hewayê de hatiye bombebarînkirinê.

Di 1’ê Avrêlê de jî li hember qadên Sirtê Marûka, Girê Hakan, Girê Ewlekariyê û Bilîcanê operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê. Di encama van hemû pevçûn û êrîşên dijmin de tu windahiyeke gerîlayên me çênebûye.

Nûçeyên ku ji hêla çapemeniya şer a TC’ê ve ku diangaştin 5 gerîlayên me şehîd ketine, nûçeyên derewîn in. Pêwîst e gelê me bi van nûçeyan îtîbar neke.

2 Avrêl 2010

Navenda  TêklΠ û Çepemanıya  HPG e