Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Zara ku girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku du rojan berdewam kiriye, di 18’ê îlonê de bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.
2. Di 17’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve lihember bejahiya navçeya Hamûra Agiriyê operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bêyî encam bigire di 18’ê îlonê de bi paş ve vekişiyaye.
3. Ev demeke eydî Artêşa TC’ê yekîneyên bi tevger û veşartî li qadên Giliyê Hişt û Velîka ku girêdayî Mûşê ne, keşf dikin û kemînan davêjin. Di heman demê de Artêşa TC’ê ji bona operasyon li dar bixe amadekariyan dike.
4. Kitekitên operasyona Artêşa TC’ê ku di navbera rojên 8-15’ê îlonê de li hember qadên Heşetê, Gisê, Zavîte, Duguh, Mêrga Şemzîn, Geliyê Zavîte, Deriyê Rebenê, Çiyayê Samûra, Kanî Kilê, Çoxê, Girê Helvesîs, Geliyê Tiyarê û Gûza Reşê ku girêdayî Çelê ya Colemêrgê ne:
Di 8’ê îlonê de danê sibehî saet 03:00’yan de Artêşa TC’ê bi bombebarîna firokeyên kobrayan re û bi daxistina dehan skorskyan ve operasyonek li hember qadên Heşetê, Gisê, Zavîte, Duguh, Mêrga Şemzîn, Geliyê Zavîte, Deriyê Rebenê, Çiyayê Samûra, Kanî Kilê, Çoxê, Girê Helvesîs, Geliyê Tiyarê û Gûza Reşê dide destpêkirinê. Digel hemû pejinkariya gerîlayên me ji bona ku nekevine pevçûnê, bi roj saet li nêzî 12:00’an pevçûn hatiye jiyandin. Piştî pevçûnê di 9’ê îlonê de gerîlayên destûr nedane ku Artêşa TC’ê qadan bixe bin kontrola xwe û berxwedaniyeke mezin nîşan dane. 14’ê îlonê êvarî saet di 18:00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer diqewime. Di van pevçûnan de, 12 leşkerên Artêşa TC’ê têne kuştin, bes li hember vê yekê Artêşa TC’ê bi çekên kîmyevî bikartîne. Di van pevçûnan 2 firokeyên skorsky ji hêla gerîlayên me ve tê derbekirinê. Di encama van êrîşan de 8 gerîlayên me ji ber çekên kîmyevî şehîd dikevin.
Me berê sicîlên sê hevalên şehîd hevalê Kemal, Dilgeş û Cudî dabû, bes ji ber pevçûnên ku didomin, nasnameyên hevalên me yên şehîd ên din nehatibû diyar kirinê.
Agahiyên der barê 5 hevalên şehîd de;
Hedar Efrîn |
Sila Wan |
Çekdar Cudî |
Mazlûm Azerî |
Abbas Baran |
5. Fermandariya Biryargeha YJA-STAR’ê bi peyamekê gerîlayên me yên ku li Çelê bi çekên kîmyevî şehîd ketine bibîranî û bang li gel hate kirin ku gelê kurd li şehîdên xwedî derbikeve. Fermandariya Biryargeha YJA-STAR’ê di şexsê 8 malbatên şehîd de ji gelê Kurdistan ên welatparêz re sersaxî xwest. Fermandariya Biryargeha YJA-STAR’ê soza bilindkirina berxwedaniyê da û da zanîn ku wê biryarîbûna têkoşînê bidome.
19 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê