HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya giştî re 

1. Di 22’ê gulanê de(îroj) saet di navbera 01:00-02:30’an de li Qadên Parastina Medya li dijî qada Xantur ya girêdayî Heftenîn’ê ye ji hêla artêşa tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 20’ê gulanê de saet di navbera 01:00-02:00’yan de li Qadên Parastina Medya li dijî Girê Xerîb, Girê Partîzan û Gundê Bezenîkê yên girêdayî Heftenîn’e ye ji hela artêşa tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 20’ê gulanê de ber bi êvarî li Qadên Parastina Medya li dijî gundê Heftenîn yê girêdayî Heftenîn’ê ye ji hêla artêşa tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama vê êrîşê de zevî û bostanên gundiyan zirar dîtiye û herweha gundiyeke bi navê Silêman birîndar bûye.

4. Di 19’ê gulanê de li navçeya Kersê Kaxizman’ê li dijî  qadên Tirpenek, Mêvenûs, Pêvenûs û Dêrasor  yên girêdayî Çemçê’ne ji hêla artêşa tirk operasyonek hatiye lidarxistin.Operasyon di 21’ê  gulanê de bê encam paşde kişiyaye.

5. Di 19’ê gulanê de li bejahiya Miyaran(Aricak) ya girêdayî Elezîz’ê ji hêla artêşa tirk operasyonek hatiye li darxistin. Di heman rojê de di navbera leşkerên tirk û gerîlayê me de pevçûnek qewimiye. Kuştî û birîndarên artêşa tirk heye lê hejmar nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê li dijî herêmê bi dijwarî êrîşên havan û obusan hatiye lidarxistin. Operasyon berdewam dike.

6. Di 20’ê gulanê de hevalê me yê  di encama êrîşa balefirên şer yên artêşa tirk ku li dijî Qadên Parastina Medya li Xakurkê şehîd ketibûn nasnameyê wan hatiye zelal kirin.

Nasname yên hevalên me yên şehîd ketine;

Adnan - Ekrem Alınbay

Navê Kod: Adnan Pîro
Nav û Paşnav: Ekrem Alınbay
Dîrok û cihê ji dayikbûn: 1977 / Lice - Amed
Dîroka Tevlêbûnê: 1992 / Amed
Navê Dayikê: Medine
Navê Bav: Hüseyin
Dîroka Şehadetê: 20 Gulan 2010 / Xakurkê, Qadên Parastina Medya

Nudem - Sinem Bekir

Navê Kod: Nûdem Îmrali
Nav û Paşnav: Sinem Bekir
Dîrok û cihê ji dayikbûn: 1986 / Halep
Dîroka Tevlêbûnê 2001 / Halep
Navê Dayikê: Nebîhe
Navê Bav: Remzî
Dîroka Şehadetê: 20 Gulan 2010 / Xakurkê, Qadên Parastina Medya

Navê Kod: Andok Zagros
Nav û Paşnav: Savaş ortas
Dîrok û Cihê Jidayikbûn: 1988 / Colemerg
Navê Dayik: Sever
Navê Bav: Îsa
Dîroka Şehadetê: 20 Gulan 2010 / Xakurkê, Qadên Parastina Medya

Dersim - Jiyan Mığcı

Navê Kod: Dersim Newal
Nav û Paşnav: Jiyan Mığcı
Dîrok û Cîhê Jidayikbûn: - / Gever-Colemerg
Navê Dayik: Gulbahar
Navê Bav: Nacî
Dîroka Şehadetê: 20 Gulan 2010 / Xakurkê, Qadên Parastina Medya

22 Gulan 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG