HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di 26 Sibatê de Fermandariya me ya Navenda Parastina Gel daxwiyaniyek di derbarê Artêşa Tirk ya ku şertên bêçalaktiyê îhlal dike bal kişand bu li ser tevgera leşkerî. Piştî vê daxwiyaniya me ev tevgera leşkerî bizêdeyî berdewam dike û gehiştiye asteke zêde diqet dikşîne. Ev tevger bi taybet li ser xeta sînor ya Qilabanê berdewam dike:

1. Di 27’ê Sibatê di saten şevê de artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya helîkopterên skorskî bi hêzeke 4 tabûr tevayî xeta sînor operasyonek daye destpêkirin. Operasyon bi 2 taburan li derdora gundên Bêjeh, Roboskî, tabura 3’e mîn li derdora gönden Yekmak, Mêrgeh û hêza Tabura 4’e mîn li xeta Qaşura bi cîh buye û tevahiya xeta sînor ji aliyê artêşa Tirk ve hat girtin. Her wiha Artêşa Tirk a li herêmê kemînan datîne. Ev operasyona artêşa Tirk li herêmê berfireh buye û tevgera li herêmê berdawam dike.

- Dîsa li heman herêmê di 1’ê Adarê de saet di navbera 20:00 - 23:00 Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser qada Şehîd Kendal û xeta sînor geriyane.

2. 1’ê Adarê saet di navbera 11:00 - 13:30 û 22:00-23:00’an de girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zap, û di heman rojê de saet 22:00 heta roja 2’ê Adarê saet 05:00’an li ser xeta sînor ya herêma Metîna Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk bi awayekî zêde bi armanca keşfê geriyane.

3. 1’ê Adarê saet di navbera 10:30 û 11:00’an de Li ser xeta sînor ya Qilabana Şirnexê ji Qereqola Serbesta ya di bin dentima artêşa Tc a dagirker deye li hember girê Kurê Şîno bi obus û hawanan bombardûmanek pêk anî.

2 Adar 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG