Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Dewleta Tirk a mêtinger hem ji bo kolandina kanên nû yên madenê, hem jî di bin navê nêçirvaniyê de ajanên xwe dişîne herêma Cûdî ya Botanê.
Tevî ku bi beşdariya bi hezaran hêzên xwe yên çekdar bi sedan operasyonên dagirkeriyê kir jî artêşa Tirk nekarî li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Niha jî careke din rêbazên şerê qirêj dixe dewrê û bi vî rengî dixwaze armancên xwe bi ser bixîne. Ji bo pêşî li talankirina herêma Cûdî bigirin û li dijî ajanên noker ên îxbariyê tedbîrên pêwîst werbigirin, em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwe nêzî qadên leşkerî yên gerîla yên li herêma Cûdî neke.
2. Artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Zapê derbên giran ji Operasyona Şoreşgerî û çalakiyên hêzên me xwariye, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne û raya giştî bixapîne, her roj nûçeyên derewîn û bêbingeh pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyeyê dike. Herî dawî wezîrê şerê taybet ê dewleta Tirk Hûlûsî Akar derew kir û got, 'Li Zapê 20 gerîla şehîd bûye', bi vî rengî kir ku alîgirên wî yên faşîst jê re li çepikan bixe. Lê belê gotinên wî hemû derew in. Medya şerê taybet a rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi xwe ji van gotinên derewîn ên Hûlûsî Akar bawer nekir û cih neda van gotinan. Bila careke din bê zanîn ku di çalakiyên dawî yên serketî yên li Zapê de bêvila hevrêyeke/î me jî xwîn nebûye.
3. 11'ê Kanûnê saet di navbera 09:40 û 11:40'î de artêşa Tirk a dagirker gundê Sêdarê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê 6 caran bi balafirên şer bombe kir.
– 11'ê Kanûnê saet di navbera 18:00-00:30'î de artêşa Tirk a dagirker qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê bi balafirên şer û ji qereqolên li ser sînor bi obusan bombe kir.
12’ê Kanûna 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê