Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Botan ji serê sibehê heta êvarê bênavber 20 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de Qadên Berxwedanê 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 8'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
– 8'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 8'ê Kanûnê li Qada Girê Ortê ya Metînayê, hêzên me dagir xistin bin kontrolê û piştre bi çekên ferdî lê dan. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
– 8'ê Kanûnê saet di 10:00, 12:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.
– 8'ê Kanûnê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger dest li dagirkeran werdan ku dar dibirîn, piştî vê destwerdanê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 8'ê Tebaxê ji serê sibehê heta bi danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Botan 20 caran bênavber bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 8'ê Kanûnê Qada Deşta Kafya û zeviyê gundê Şikeftiyan ên Garê, zeviyên gundê Şêlazê yê Metînayê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 8'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Amediyê û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.
9 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê