Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde,
5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kiriye.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;
– Di 21’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê du caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde hatine bombekirin.
2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;
– Di 21’ê Kanûnê de herêmên Kanîsarkê û Deriyê Hirçê yên Garê, bejahiya Gundê Meranê û Gundê Şiyê, Girê Berbizinê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
– Di 21’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amêdiyê û herêma Çemço ya girêdayî Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîdayê, bi çekên giran bi dehan caran hatine bombekirin.
22 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê