Çapemenî û Raya Giştî Re
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
1. Li herêma Zapê;
– 7'ê Adarê saet di 23:00'an de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan û dagirkerek hat cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;
– 7'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 7'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metîna, li qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û derdora Çemê Lolanê yên li Xakurkê û li qadên berxwedanê yên Sîda û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, hawan û çekên giran 93 caran hatin bombekirin.
8’ê Adara 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê