HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin.

Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.

2. 16'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Mijdarê saet di navbera 19:00-21:15'an de li herêma Zapê, li ser qadên Cîlo yê Biçûk û Girê Şehîd Serxwebûn helîkopter geriyan.

17'ê Mijdarê saet di navbera 14:40-15:20'î de li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hate bombekirin.

19’ê Mijdara 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê