HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

 Êvara 19'ê Îlonê saet 18:15'an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me li dijî girê parastinê yê qereqola Stunê ya li herêma Gerdiyanê çalakiyeke berfireh pêka nîn. Ji çar aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin û di encama çalakiyê de 2 konteynir û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 20 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky jî termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.

Heman rojê saet 20:30'î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

20'ê Îlonê saet 07:40'î hêzên me careke din li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê xistin. Ji du aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û 2 kozik hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşker hatin kuştin.

2. 17'ê Îlonê saet 14:30'î artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonê kir. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker heman rojê saet navbera 20:30-00:00 bombe li herêmê barandin. Piştî bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra sibeha 18'ê Îlonê bombe li herêmê barandin. Li dû bomberdûmana giran, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Heman rojê saet 15'an hêzên dagirker bi rengekî bê encammayî ji herêmê vekişiyan. Medya artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku di operasyonê de şehadetên gerîla çêbûne. Di operasyonê de ti hevalên me şehîd nebûne.

3. Sibeha 14'ê Îlonê artêşa TC a dagirker tevî desteka balafirên bê mirov li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 10'an balafirên şer ên hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Roja 15'ê Îlonê bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên dagirker li herêmê hatin danîn û di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şer derket. Şer du rojan dewam kir û gelek ji leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Axîn Seydo

Nav paşnav: Menfiyat Elçîçek

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Asya-Omer

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Îlona 2018'an / Şirnex  

Axin – Menfiyat Elçiçek

Nasnav: Azad Zagros

Nav paşnav: Azad Satilmiş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Cemîle-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex  

 

Azad – Azad Satılmış

Nasnav: Hîra Hêvîdar

Nav paşnav: Berna Yalman

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hanim-Mûhyettîn

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Îlona 2018'an / Şirnex  

 

Hira – Berna Yalman

Nasnav: Nûpelda Sîîrt

Nav paşnav: Guler Ozbey

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Şukriye-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex

 

Nupelda – Gülay Özbey

Nasnav: Reşît Hogir

Nav paşnav: Tûgay Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Vazîfe-Latîf

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex

 

Reşit – Tugay Çelik

4. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser mijarê;

19'ê Îlonê saet 20'an gundê Filleha, 20'ê Îlonê saet navbera 22:30 û 23:00 balafirên şer qadên Saca û Gundê Fillehan, 21'ê îlonê saet 04:30'î qadên Kunişka û Çemço bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristana li herêma Gundê Filleha ket. Xisar li dehl û rezên gundyên li herêmê bû.

 

21’ê Îlonê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê