Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hem qanûnên navneteweyî bi nemerdane binpê dike, hem jî bi rengekî ji exlaqê bêpar bêyî li ber xwe bikeve vê yekê înkar dike.
Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya sûcdarê şer û hevkarên wê, çiqasî înkar bikin jî hatiye belgekirin ku sûcê şer kirine û wê teqez hesab bidin. Artêşa Tirk a dagirker tevî ku ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê îdîa dike ku çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar nîne jî tenê 19'ê Cotmehê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 15 caran bi balafirên şer, 56 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tankan bombardûman kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke mezin û baweriyeke xurt li ber xwe didin. Li hemberî tunel û çeperên şer ên gerîla, niha jî bombardûmana kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dike.
Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, di heman demê de 2 sîstemên kamera yên mobesse û droneyek hatin îmhakirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– 19'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
– 19'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku dixwestin mobesseyê li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir bi cih bikin, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 17'ê Cotmehê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
– 19'ê Cotmehê saet di 09:00 de sîstemeka kamera ya mobesse ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.
– 19'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 19'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran carekê bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan.
– 18 û 19'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
– 19'ê Cotmehê dagirkeran 2 caran bi çekên kîmyewî bombe li çepreên şer ên li Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê barandin. Piştre jî plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr ber bi çeperên şer ve şandin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 19'ê Cotmehê li Metînayê qadên Girê Çarçel, Golka, Serê Metîna û zeviyên gundên Beşîlî û Şêlazê, her wiha Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 19'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 56 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– 19'ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi tankan hate bombekirin.
– 19'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Şehîd Fedakar ji bo dagirkeriyê rê çêkirin. Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Karker hewl dan bi kepçeyan çeperên şer hilweşînin.
– 29'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Cûdî û Girê FM'ê geriyan.
20 ê Cotmeh a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê