Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 10'ê Çileyê saet di 16:35'an de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 10'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê saet di 15:30'î de carekê bi bombeyên qedexekirî û ji saet 09:00 heta nîvê şevê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 10'ê Çileyê derdora Gundê Julya, Dola Şerane û qada Xêrê yên Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 10'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
11’ê Çileya 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê