HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bomberdûmana xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin. Agahiyên li ser êrîşên hêzên dagirker wiha ne;

Balafirên şer 7’ê Tebaxê devera Saca û Çîloyê Biçûk ên Herêma Zapê bombe kirin.

Dîsa balafirên şer 1’ê Tebaxê devera Çiyayê Sîban û Begara ya dikeve Herêmên Dihokê bombe kirin. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine, henek çapemenyên şerê taybet ên girêdayî dewleta TC’ê propagandayên ku windahiyên gerîla hene, dikin. Nûçe û daxuyaniyên ku dewleta Tirk serwîs dikin dikevin çarçoveya şerê taybet, ti eleqeya wan bi rastiyê re nîne.

8'ê Tebaxê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê