Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi hemû rêbazên qirêj xistiye dewrê û li dijî çeperên şer yên li Qadên Berxwedanan bi awayekî dijwar gazên kîmyewî bikartîne li hemberî berxwedana hêzên me encam nagirin.
Agahiyên li ser çalakiyên ku tê de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatin birîndarkirin û 1 tank hate tunekirin wiha ne;
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 10’ê Gulanê de saet di 16.20’an de dagirkeran hewl dan li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyê qad bi balefirên şer bomberdûman kirine û êvarî jî bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
– Di 10’ê Gulanê saet di 13.10 û 18.00’an de jî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi îsabet li dagirkerên dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê dane.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 9 û 10’ê Gulanê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahoro dane. Di vê çalakiyê de bi îsabet li hedefan hate xistin.
– Di 10’ê Gulanê saet di 15.30 û 20.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Şemdîn a Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane. Di vê çalakiyê de bi îsabet li çeperên dijmin hate xistin.
– Di 10’ê Gulanê saet di 13.00’an de dagirkeran hewl dane darên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî ya Qada Berxwedanê ya Karkerê bibirin. Hêzên me li dagirkeran dane û dagirkerek hate cezakirin.
– Di 10’ê Gulanê de bi şev dema ku helîkopterên şer xwestin Qadên Berxwedanê ya Kurojahro û Girê Rûbar bidin, hêzên me li helîkopteran dan. Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me helîkopter ji qadê dûr ketin.
– Di 10’ê Gulanê de saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn dane. Di encama lêdana xurt a hêzên me de dagirker qedemeyekê vekişiyan.
– Di 10’ê Gulanê de saet di navbera 12.00 û 21.00’an de çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî hatiye bomberdûmankirin.
3. Li Herêma Metîna;
– 10’ê Gulanê saet 14:55’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Amediyê ya Dihokê bû hedef û bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.
– 10’ê Gulanê saet 16:00’an hêzên me li baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li herêma Bamernê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di encama lêdana bi bandor a hêzên me de tankeke li qada baregehê hate rûxandin û 3 dagirker jî hatin cezakirin.
4. Êrîşên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer dewam dikin.
Agahiyên êrîşan wiha nin:
– Di navbera 9 û 10’ê Gulanê de quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê bi obusan hatiye bombekirin.
– 10’ê Gulanê saet 17:40’î qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 10’ê Gulanê bi şev jî qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM yên herêma Zapê 7 caran bi balafirên şer hatiye bomberdûman kirin. Heman rojê ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Hakkarî ya herêma Metîna bi obusan hatiye bombekirin.
– Di 10’ê Gulanê de qadên Şehîd Şahîn, Çiyareş, Kurojahro, Şehîd Harûn, Girê Şehîd Şemdîn, Girê Cehenem, Çemço, Saca, Karker û Şikefta Birîndara yên herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê û 9 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.
11 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê