Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de;
– 25'ê Gulanê saet di 18:30'î de li qada Mêzê ya herêma Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me yên ku xwe berdan nava dagirkeran bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Piştî çalakiyê, dagirkeran dest ji qada ku lê bûn berdan û vekişiyan. Dagirkeran saet di 21:30'î de mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.
– 26'ê Gulanê saet di 06:30'î de li qada Çiyayê Reş a herêma Zapê, hêzên me çûn ser Girê Şehîd Cigerxwîn û bi kamerayeke mobese ya li ser gir hesiyan. Hêzên me yên bi vê kameraya ku ji bo kişandina dîmenê gerîla hatibû danîn hesiyan, vekişiyan. Piştre jî hêzên me dagirkerên hatin vê qadê kontrol kirin û bi rengê sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
– Hêzên me yên YJA Starê roja 28'ê Gulanê saet di 08:30'î de li dijî dagirkerên ku dixwest ji ser Girê Şehîd Mervan ber bi Tengava Nêrwe ve biçin, çalakiya sûîqestê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin, piştî çalakiyê vekişiyan.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;
28'ê Gulanê saet di 08:00 de li Girê Zendûra yê herêma Metînayê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer, çalakiyek hate lidarxistin. Di encama derbên xurt de dagirker neçar man ku xwe vekişînin.
Di van çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran piştre bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
3. Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire. Bi taybetî vê dema awiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û qadên Geliyê Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên herêma Xerzanê ya Bedlîsê, artêşa Tirk a dagirker bi destê çete û kontrayan daran dibire. Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, di heman demê de bi talankirina xwezaya Kurdistanê sûcekî mezin dike. Çawa ku ev sûc bêceza nayê hiştin, divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina erdnîgariya Kurdistanê.
4. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinên yên Medyayê dane.
Agahiyên li ser êrîşan wisa ye:
– 27'ê Gulanê saet di navbera 14:15-15:00 de qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin.
– 27'ê Gulanê saet di navbera 23:45-00:30'î de li qadên Mervanos û Şûkê yên herêma Avaşînê helîkopter geriyan.
– 27'ê Gulanê saet di 15:00, 23:00 û 00:00 de qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin, şewat bi herêmê ket.
– 27'ê Gulanê saet di navbera 23:30-01:00 de qadên Cîlo yê Biçûk, Dola Şehîd Ozgur, qadên Şehîd Serxwebûn û Tîpa T ên herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
– 28'ê Gulanê saet di 06:30 û 08:00 de qada Çemço ya herêma Zapê hate bombekirin.
Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
28’ê Gulana 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê