Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber darbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan. Hêzên me çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart. Hate tespîtkirin ku çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin. Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
— 4'ê Nîsanê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
— 8'ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 6'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— Di navbera 4'ê Nîsanê û 8'ê Nîsanê de li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Banka, Bêşîlî 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Gûzê 7 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 14 caran bi giştî 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 5'ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
9ê Nîsana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê