Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Li qada berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê;
– 4'ê Îlonê saet di navbera 19:30-21:10 û 5'ê Îlonê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser qada berxwedanê ya Werxelê. Piştî bombardûmana giran, dagirkeran hewl dan ber bi qada berxwedanê ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re bêencam man û vekişiyan.
Li qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.
2. 4'Îlonê saet di navbera 09:30-10:00 de li qada Garê gundê Gûzê û qada Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 4'ê Îlonê saet di navbera 23:20-01:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.
– 4'ê Îlonê saet di navbera 09:30-19:30'î de li herêma Zapê qadên Çemço û Gundê Rênçbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
– 4'ê Îlonê danê êvarê li herêma Metînayê quntara Girê Zendûrayê û li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundê Hirorê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.
– 5'ê Îlonê saet di 08:30'î de qada Çiyayê Reş a li herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
5’ê Îlona 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê