Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker di meha Cotmehê de jî parastina rewa ya gelê me kirin, bi rengê herî xurt li ber xwe dan û bi çalakiyên mezin bersiva pêwîst dan.
Di meha Cotmehê de ku fermandara me ya pêşeng û rûmeta me ya azadiyê hevrê Bêrîtan - Gulnaz Karataş şehîd bû û di heman demê de artêşa me ya jinê ya azad YJA Star ava bû, têkoşîna gerîla bi rengekî hîn mezin dewam kir. Gerîlayên me dan ser şopa hevrê Bêrîtan û hemû şehîdên meha Cotmehê û çalakiyên bi bandor kirin.
Dewleta Tirk a qirker mêtinger di serî de eyaletên Bakurê Kurdistanê li hemû eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber êrîş kir. Artêşa Tirk a dagirker ku operasyonên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bê encam man, bombardûmaneke gelekî giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di nava meha Cotmehê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 302 caran bi balafirên şer, 347 caran bi helîkopterên êrîşê, carekê bi çekên kîmyewî, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 101 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir. Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî û bombardûmanê bê navber sûcên şer kir. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev êrîşên artêşa Tirk a dagirker ê sûcdarê şer têk birin. Di heman demê de bersiva pêwîst dan êrîşên artêşa dagirker û di serî deçalakiyeke ji hewayî, 96 çalakiyên ji bejahî bi gelek rê û rêbazan, bi hostatiyeke mezin bi giştî 97 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de yek jê bi paye 36 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn.
Çalakiya Tabûra me ya Nemiran a li navenda makîneyên mirinê yên li TUSAŞ'ê ku 23'ê Cotmeha 2024'an li Enqereyê hate lidarxistin, bêguman di dem û cihekî welê de hate kirin ku dewleta Tirk a qirker mêtinger ne li bendê bû, ew hejand, şoke kir û gelekî tengav kir. Ev çalakiya fedaî ya profesyonel a bê qisûr, bê hempa û bi her awayî serketî, ya ku ji aliyê hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên nemir ve hate kirin, li dilê dijmin xist. Hevrêyên me yên fedaî hemû astengiyên li pêşiya xwe rakirin, xwe gihandin paytexta dewleta Tirk Enqereyê û hedefa xwe, bi xwînsarî, bi hostatî û wêrekiyeke bêhempa bi ser armanca xwe ve çûn û bi şênberî raxistin pêş çavan ku milîtanên fedaî yên Apoyî dema hedefek danîn ber xwe, bi ti awayî nikarin bêne astengkirin. Fedaiyên Apoyî hevrê Asya û Rojger jendermeyên dijmin, çeteyên paramîlîter, artêş, JOH û POH ên taybet li navenda Enqereyê tarûmar kirin, hedefa xwe fetih kirin, 74 deqeyan di bin kontrola xwe de hiştin, bi şêweyekî destanî şer kirin û dijmin dan ber girî. Têkildarî encama çalakiya TUSAŞ'ê, li gorî agahiyên ku me ji du çavkaniyan wergirtî; 40 kes ji dijmin mirin û zêdeyî 100 jî birîndar bûn. Fedaiyên Tabûra Nemiran hevrê Asya û Rojger pîvana çalakiya fedaî ya PKK'ê ku bi Berxwedana Zindana Amedê destê kir û bi çalakiya Zîlan veguherî xetekê, hîn bi pêş ve birin û gihandin asta herî bilind. Fedakarî, wêrekî, rêbaza leşkerî, profesyonelî û lehengiya destanî ya çalakiya hevrê Asya û Rojger, rêbaza têkoşîna fedaî ya Apoyî gihandiye asteke nû. Dewleta Tirk a qirker mêtinger ji bo kêmkirina bandora vê çalakiyê gelekî hewl da. Lê belê ev hewldanên xwe hemû bêkêr in. Ji ber ku çalakiya Tabûra Nemiran li cîhanê deng veda, bi rengê herî şênber peyama pêwîst da gelê me, dost û dijminan.
Hevrêyên me yên fedaî Asya û Rojger bi nameyên xwe yên gelekî bi wate, balkêş, kûr û dîrokî peyamên mezin dan me hemûyan û wezîfeyên me li bîra me istin. Di heman demê de ispat kirin ku milîtaniya fedaî ya Apoyî dest bi dest, mil bi mil dikarin bi çi rengî artêşeke dagirker tarûmar bikin. Vê çalakiya fedaiyên me nîşan dan ku di şer de hejmar, çek, cebilxane, derfet û şert û merc girîng nîne, ya diyarker ruhê fadî, rêbaza rast a jiyanê, aqil, afirînerî, hunera bikaranîna van û profesyonelî ye. Lewma raxistin pêş çavan ku kesayetên bi ruhê fedaî yê Apoyî, hevrêtiya rast, pîvanên jin a azad û mêr ê azad di kesayetiya xwe de afirandine, çiqasî dikarin mezin bibin.
Ev çalakî çend roj beriya salvegera şehadeta hevrê Bêrîtan de hate kirin ku ev yek gelekî bi wate bû û li dijî teslîmiyet û xiyanetê şênberiya helwesta milîtaniya fedaî ya Apoyî nîşan da. Milîtana fedaî ya Apoyî hevrê Asya Alî bû pençeyê Bêrîtanan ku li zindanan ji bo azadiyê bi per û bask bû û li dilê dijmin xist. Hevrê Asya bi çalakiya xwe ya dîrokî bû milîtana pêşeng a asta jin a azad a Kurd. Mezinahiya têkoşîna azadiyê ya jinê, xurtbûna eşqa azadiyê, fedakariya bi dilxwazî, israra li ser jiyana azad, mîsyona pêşengiyê, biryardariya di xeta Apoyî de, kûrahiya di hunera leşkerî de û pîvanê jiyana azad weke heqîqeteke nayê înkarkirin ispat kir. Hevrê Asya ku bi eşqa Kurd bi rê ket, bi têkoşîn û çalakiyê xwe gihand îfadeya rastiya Eşqa Kurd a Azad û bû sembol.
Di şexsê hevrêyên me Asya Alî, Rojger Hêlîn û Memed Cûdî de ku meha Cotmehê şehîd bûn, em hemû şehîdên xwe bi dilsoziyeke mezin, bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşîna wan bi ser bixînin.
Bîlançoya şer a meha Cotmehê bi vî rengî ye:
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK |
|
Êrîşên Bi Balafirên Şer |
302 |
Êrîşên Bi Helîkopteran |
347 |
Êrîşên Bi Çekên Kîmyewî |
1 |
Êrîşên Bi Dronên Bombebarkirî |
2 |
Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî |
101 |
HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD |
|
Hevrêyên Me Yên Gihiştine Şehadetê |
3 |
ÇALAKIYÊN GERÎLA |
|
Çalakiyên Ji Hewayî Hatine Lidarxistin |
1 |
Çalakiyên Ji Bejahîyê Hatine Lidarxistin |
96 |
Bi Giştî Çalakiyên Hatine Lidarxistin |
97 |
WINDAHIYÊN DIJMIN |
|
Dagirkerên Hatine Cezakirin |
36 |
Dagirkerên Payebilind Ên Hatine Cezakirin |
1 |
Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne |
11 |
YÊN HATINE ÎMHAKIRIN |
|
Kepçe |
1 |
Wesayîta Leşkerî |
1 |
Kamyon |
2 |
Pergala Radarê |
1 |
Dron |
6 |
Bombeavêja Bi Zincîr |
1 |
Kamerayên Mobesse |
4 |
Çeper |
1 |
80 Kîlo Teqemenî |
|
ÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN |
|
Helîkoptera Skorsky |
1 |
Kepçe |
2 |
Wesayîta Leşkerî |
2 |
Traktor |
1 |
Kamerayên Mobesse |
1 |
Çeper |
4 |
YÊN HATINE DESTESERKIRIN |
|
Çeka Takekesî ya HK-416 |
1 |
Şarjor |
1 |
Guleyên Çekan |
30 |
Lazera Çekan |
1 |
Fenera Çekan |
1 |
Kêr |
2 |
Rextê Êrîşê |
1 |
Bêtêla Destan a Aselsanê |
1 |
4’ê Mijdara 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê