HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

( 1 Îlon – 30 Îlon )

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêyên me Sara Tolhildan Goyî - Dîlara Urper û Rûken Zelal - Emel Feremez Hisên ên ku 26'ê Îlona 2022'an li Mezîtlî ya Mersînê çalakiya fedî kirin û pêşengên fedaî yên Apoyî hevrê Rojhat Zîlan - Ozkan Şahîn û Erdal Şahîn - Hasan Ogûz ên 1'ê Cotmeha 2023'an li paytexta Tirkiye Enqereyê çalakiya dîrokî kirin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin. Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî jinûve diyar kirin. Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rê ve birin û siberoja me diyar kirin. Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha Îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta Tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan. Li Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dersîm û Garzanê artêşa dagirker operasyon û bombardûmanên bêhejmar kir. Di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç - Adem Ozkan û Rêbaz Bagok - Selman Dagdelen, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Hebûn Pîro - Zirav Taş û Botan Osyan - Fehmî Başkûrt bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi dronên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrîşê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrîşên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan. Di nav ameha Îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.

Bîlançoya şer a meha Îlonê bi berfirehî wiha ye:

 

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên Bi Balafirên Şer

303

Êrîşên Bi Helîkopteran

169

Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî

51

Êrîşên Bi Dronên Bombebarkirî

8

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD

Hevrêyên Me Yên Gihiştine Şehadetê

4

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên Ji Hewayî Hatine Lidarxistin

1

Çalakiyên Ji Bejahîyê Hatine Lidarxistin

111

Bi Giştî Çalakiyên Hatine Lidarxistin

112

WINDAHIYÊN DIJMIN

Dagirkerên Hatine Cezakirin

27

Dagirkerên Payebilind Ên Hatine Cezakirin

1

Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne

11

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

Pergala Radarê

2

Cebilxane

1

Bombeavêja Bi Zincîr

1

Dron

5

Kamerayên Mobesse

4

Çeper

3

Amûra Enerjiya Tavê

1

ÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Helîkoptera Êrîşê

2

Helîkoptera Skorsky

1

Çeper

3

Kepçe

1

YÊN HATINE DESTESERKIRIN

Dronên Bombebarkirî

1

 

 

2’ê Cotmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê