Çapemenî û Raya Giştî Re!
Berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedayî yê Apoyî pêk hat, di meha Sibatê de jî bê navber dewam kir.
Meha Sibatê ku tê de Komploya Navneteweyî pêk hat û ji bo gelê Kurd weke "Roja Reş" tê nirxandin, bû meheke ku têkoşîna li dijî komployê zêde bû. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê her wiha meha Sibatê weke meha mezinkirina girêdana xwe ya bi Rêber Apo re, bi hemû hebûna xwe îdeolojiya Apoyî bi jiyanî kirin û bi şêwaz, tempo û uslûbê Apoyî ku di her şert û mercî de serkeftinê esas digire, pêşwazî kirin. Di pratîkê de bi xwe xurtkirin û gihandina gerîlatiya serkeftî re, rexnedayîna hevrêtiya kêm a li pêşberî Rêbertî dide. Li ser vê bingehê di şert û mercên zehmet ên zivistanê de jî bi helwesteke kûr a rexnedayînê, baweriyeke mezin, bi îrade, hêrsa li dijî komployê û bi zanebûna erkên xwe yên serdemê hewl da ku bi erka xwe rabe.
Di meha Sibatê de gerîla serketinên nû li operasyonên şoreşgerî yên di dema dawî de bi pêş xistiye zêde kir. Gav bi gav di şêwazê de kûr bûye, di taktîkê de pispor bûye, bi îlhama ku ji îdeolojiya Apoyî girtiye afrîneriya xwe derxistiye pêş û performanseke bilind nîşan daye. Gerîla ku bi doktrîna şerê şoreşgerî, avabûna gerîla ya modernîteya demokratîk û ruhê fedaî yê Apoyî ku rastbûna xwe îspat kiriye, bi xistina hedefên dijmin re bûye hêzeke bê rawestan. Ev asta ku gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê gihiştiye, careke din nîşan daye ku polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê encamê negire û hêviya azadî û baweriya gelê me ya ji bo serketinê hê bêhtir mezin kiriye.
Di meha Sibatê de bi operasyona şoreşgerî ya serkeftî re 17 çalakiyên gerîla hatin pêkanîn. Di van operasyona şoreşgerî û çalakiyan de 1 jê serpel 41 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Di têkoşîna meha Sibatê de hevrêyê me Şervan Varto gihîşt şehadetê. Li gel ku çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk hewl dide ku têkçûna mezin a artêşa Tirk a dagirker veşêre, di heman demê de der barê windahiyên gerîlayan de her roj nûçeyên derew serwîs dike. Lê belê di meha Sibatê de ji bilî Şehîd Şervan Varto ti windahiyên gerîla çênebû. Wê meşa şoreşgerî ya hevrêyê me Şervan Varto ku xwedî wêrekiyeke mezin, ruhê fedaî û şiyanên serkeftî yên milîtaniya Apoyî bû, her tim weke mînak bê girtin û wê bîranînên wî werin vejandin û teqez wê armancên wî werin pêkanîn. Em li ser navê hevrêyê xwe Şervan Varto soza ku me daye hemû şehîdên xwe careke din dubare dikin.
Bîlançoya şer a meha Sibatê bi vî rengî ye:
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DAGIRKER |
|
Êrîşên Bi Balefirên Şer |
211 |
Êrîşên Bi Helîkoptêrên Şer |
5 |
Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî |
1 |
Êrîşên Bi Dronên Teqemenîbarkirî |
10 |
ÇALAKIYÊN GERÎLA |
|
Çalakiyên Giştî Yên Gerîla |
18 |
WINDAHIYÊN DIJMIN |
|
Hejmara Dagirkerên Hatine Cezakirin |
41 |
Dagirkerê Payebilind ê Hatî Cezakirin |
1 |
Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne |
3 |
ÊN KU HATINE ÎMHAKIRIN |
|
Cebilxane |
1 |
Cihê Çavdêriyê |
1 |
Konteynir |
7 |
Çeper |
15 |
Pergala Radarê |
3 |
Kamerayên Mobesse |
10 |
Kameraya Mobesse Ya Bi Termal |
2 |
Pergala Muhabereyê |
1 |
Çeka A4 |
2 |
Çeka Bombeavêj A Bi Zincîr |
1 |
ÊN KU HATINE DERBKIRIN |
|
Kepçe |
4 |
ÊN KU HATINE DESTESERKIRIN |
|
Tifinga Sekvaniyê KNT-76 |
1 |
Çeka Nîv Otomatik A BKC |
5 |
Lûleya Çeka BKC |
1 |
Fîşekên BKC |
300 |
Çeka Roketavêj a B7 |
2 |
Çeka Bombeavêj A Temburî |
3 |
Çeka Bombeavêj A Yekane |
1 |
Çeka MPT-55 |
8 |
Şarjorên Çeka MPT-55 |
8 |
Tifinga Bi Pompe |
2 |
Demançe |
1 |
Dûrbînên Termal |
8 |
Dûrbînên Şevê |
4 |
Dûrbîna Rojê |
1 |
Dûrbîna Çekê |
11 |
Amûra Nîşangirtina Çekê |
2 |
Amûra Muhabereyê ya Mezin |
1 |
Amûra Ragihandinê (Bêtêl) |
4 |
Bataryaya Amûra Muhabereye |
1 |
Kumê Pola yê Dagirkeran |
2 |
Fîşeka Îşaretê |
3 |
Sensor |
2 |
Wênegir |
3 |
Bombeya Destan |
2 |
Panêla Enerjiyê ya Rojê |
2 |
Kameraya Mobesse |
2 |
Powerbank |
7 |
Bataryaya ku Tê Şarjkirin |
1 |
Teleskop |
1 |
Çente |
1 |
Telefona Berîkê |
3 |
1ê Adara 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê