Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin.
Di meha Tîrmehê de ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate kirin, li ser xeta hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz israr kirin û berxwedan mezin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tîrmehê li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê li ber xwe dan û asteke girîng a berxwedanê afirandin.
Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer, 56 caran bi çekên kîmyewî û 64 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û careke din sûcên şer kir. Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer a ji hewayî û bejahî, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîkên gerîla, rê û rêbaza tevgerê û çalakiyan de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û planên dijmin têk birin. Di meha Tîrmehê de endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê hevrê Herekol - Taner Ogmen û hevrê Ekîn - Çinar Ahmed ên bi fedakariyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyoî pêşengî ji têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê re kirin, Fermandara Herêma Katoyê hevrê Benda - Semra Ayverdî, Destîna - Bişeng Dûrmûş û Baran - Seyîtxan Sencer, hevrê Newal - Nûdem Kûrt, Dijwar - Serdar Duşerge û Jiyan - Darşîn Mûsa yên pêşengî ji berxwedana li Metînayê re kirin, hevrêyên me Canfeda - Îdrîs, Çinar, canfeda - Mihemed Ekrem Şêxo û Sîdar - Metîn Dagci yên ruhê berxwedana fedaî ya li Zapê bilind kirin, gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li ser bingeha Xeta 14'ê Tîrmehê bi lehengî têkoşiyan û şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê wan bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.
Di berxwedana meha Tîrmehê de ku bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd hate meşandin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê performanseke gelekî girîng a şer nîşan dan û ji hewayî û bejahî çalakiyên bi bandor kirin, derbên giran li artêşa dagirker xistin. Hêzên me di nava meha Tîrmehê de SÎHA'yek xistin xwarê, ji aliyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve 26 çalakiyên hewayî, her wiha bi gelek taktîkên gerîla 178 çalakiyên bejahî hatin lidarxistin; bi giştî 205 çalakî hatin kirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 12'ê Tîrmehê li ezmanê Asosê li SÎHA'yeke AKSÛNGÛR hate xistin û SÎHA li nêzî gundê Pîrzalan ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê kete xwarê. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa dagirker hate xistin. Di Skorskya ku 10'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot û temamiya dagirkerên tê de mirin. Di Skorskya ku 16'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot ê serdar Mûstafa Şen û Pîlot ê Tegmen Şamîl Saz jî di nav de 10 dagirker bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tİrk a dagirker û medya şerê taybet têkildarî çalakiyên mezin û xurt ên gerîla ku bi belge û dîmenan hate nîşandan, ti daxuyanî nedan. Bi bêdengiyê hewl dan ku windahiyên xwe yên giran û bandora çalakiyên gerîla yên serketî asteng bikin. Lê belê hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor bi rengekî bênavber dewam kirin, li Metînayê bi rêbaza sabotajê çalakî lidar xistin û di encamê de li navenda fermandariya tevgera dagirkeriyê ya li Zazp û Metînayê yarbay ê piyade Abdullah Cem Demîrkan û ustegmen û çawişê pispor ê bi wî re ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî bi rojan di nîvê şevê de bi vê windahiya xwe mikur hat.
ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Êrişên bi balafirên şer: 345
Êrişên bi helîkopteran: 52
Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer: 2
Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 64
Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 1
Êrişên bi çekên kîmyewî: 56
HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 11
ÇALAKIYÊN GERÎLA
Çalakiyên gerîla yên hewayî: 27
Çalakiyên gerîlayê yên bejahî: 178
Temamiya çalakiyên gerîla: 205
KUŞTIYÊN DIJMIN
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 56
Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 2
Dagirkerên birîndar bûn: 46
AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN
SÎHA AKSÛNGÛR: 1
Helîkopterên Skorsky: 2
Wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî: 6
Wesayitên leşkerî yên zirxî: 1
Vînç: 2
Qemyon: 2
Cebilxane û teqemenî: 2
Droneyên bombebarkirî: 6
Konteynir: 1
Kamerayên mobesse: 15
Çeper: 12
Kon: 7
Bombeavêj: 1
Projektor: 1
AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN
Helîkoptera Skorsky: 1
Wesayita zirxî ya leşkerî: 1
Kepçe: 2
Konteynir: 1
Çeper: 15
4ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê