Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ku dewleta Tirk a mêtînger û qirker bi hedefgirtina eyaletên Zap, Avaşîn û Metîna destpêkiribû 6 mehên xwe tije kir.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di kêliya destpêkê ya êrîşan de her bihusta axa Kurdistanê ku dagirkeran gavên xwe avêtin veguherandine Qadên Berxwedanê û derbên giran li dagirkeran xistine.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku sînorên Kurdistanê derbas kiriye û bûye hêviya azadiyê ya hemû gelên bindest, jin û ciwanan, îro jî bûye kabûsa hêzên mêtînger-serdest. Tê xwestin ku hêviyên bindestan ên hatine vejandin li Kurdistanê û şênberiya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bên tinekirin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ku cihê wan di tu zagonan de nîne û bi rêbazên herî hovane tê kirin, hêzên me bi sekna azadîxwaz û îradeya Apoyî ya bêhempa bersivê didin dagirkerên qirker. Pêvajoya şerê dijwar a 6 mehan careke din nekeftina gerîlayên Kurdistanê ya li ser xeta Apoyî şer dike nîşanî dost û dijmin her kesî da. Gerîlayê azadiyê ku xwe bi felsefeya Apoyî ve pêçandine, di wê zanebûnê de ne ku parêzvanê destkeftiyên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye û bêyî dudilî pêwîstiyên vê erka dîrokî bi cih tîne. Li ser vê bingehê hêzên me di nava şert û mercên herî dijwar de û bi derfetên herî kêm berxwedaneke bi heybet a di dîrokê de nehatiye dîtin dikin. Rêhevalên me bi bîrdoziya Apoyî û bi enerjiya xwe ya bêdawî, li her derê dema ku dijmin ne li bendê ye derbên herî dijwar li dagirkeran xistin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî wekî taktîkeke afrîner ya serdemê, bi taktîka şerê çeper-tunelan û şêwazê şerê tîman ku arazî bi hostayî bikartîne di xeta serketinê pêktînin.
Gerîlayên azadiyê ku ji Bakûr heta Başûr li her qadê de şer dike, li ser rêya serkeftinê ku fermandarên me yên nemir ê fedaî Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal nîşan dane bi awayekî bê ku tereddüt bike dimeşe, careke din ispat kirin ku tu hêz nikare meşa me ya azadiyê bidin sekinandin. Rêhevalên me yên ku bi kedeke mezin, hewldan, irade, bawerî zekaya taktîkî derewên dijmin yên wekî “Me li Bakûr gerîla xelas kirin, êdî nikarin gavekê bavêjin.” vala derxistin, li qada Bakûr her carê derb li dijmin xistin. Gerîlayên Bakûr ruxmî hemû rêbazên şerê psikolojik û teybet, îstîxbarad û teknîka wî bi îradeyek mezin li ber xwe dan û dijmin vala derxist. Li eyaleta Amedê ruhê berxwedanê ku rêhevalên me fermandarên YJA Star Dicle, Diren û Adar ku bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan û derxistin holê careke din nîşan da ku gerîlatiya Amedê çiqasî bi kok e û nekeftiye. Wekî li berxwedana Cûdî, li Besta jî berxwedana rêheval Dijwar û Yusuf derxistiye holê ku kevneşopiya berxwedana Botanê îro jî bi şêweyekî herî xurt tê temsîlkirin.Sekna leheng ya rêheval Aso Diren û Evîn Rêber ku li Geverê derxistin holê xisleta berxwedaniya jina Kurd ya vê demê careke din pesend kiriye. Dîsa berxwedaniya lehangî ya rêhevalên me Xebat û Zana ku li herêma Omerya ya Mêrdînê li hemberî hemû teknîk û artêşa Tirk ya mêtînger û qirker 3 rojan bi awayekî destanî li ber xwe dane, dijmin bê çare hîştine û dijmin nekariye van rêhevalê me şehîd bixe. Rêhevalên me yên ku cebilxaneya wan xelas bû rûmeta xwe ya şoreşgerî li gorî kevneşopiya Apoyî parastine û bi awayekî fedaî xwe şehîd xistin û bersiva pêwîst dan dijmin. Hatiye dîtin ku heke Gerîlatiya Moderniteya Demokratîk were pêkanîn armanca artêşa Tirk ya dagirker ku bi hemû derfet, îstîxbarata erdê û hewa ji bo Gerilayên Azadiya Kurdistanê bin bixe bikartîne tê vala derxistin. Di pratîkên nêz yên li Botan, Amed û Mêrdînê de hate dîtin ku bi pratîzekirina rast a taktik û tarzê gerîlatiya dema nû re dikarin derbên mezin li dijmin bixin.
Dijmin ji roja 14 ê Avrêla 2022 an heta niha ku di êrîşên lî hemberî herêmên Metîna, Avaşîn û Metîna de li hemberî wêrekiya bilind û fedakariya rêhevalên me ku negihîştiye armanca xwe û her diçe derbên mezin dixwe li hemberî Herêmên Berxwedanê bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û topan bi deh hezaran caran êrîş pêkanîne. Artêşa Tirk a ku di vê serdemê de ji PDK’ê pîştgirîyek aktîf girtin û komên çete yên ku ji Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê anîne di şer de bi awayekî aktîf bi kar anî, hemû teknîka şer û çekên NATO’yê pêşkêşî kir û tevî bi hezaran caran êrîşa xwe jî li hemberî berxwedana dîrokî ya rêhevalên me nekarî encama ku dixwestin bi dest bixin. Dewleta Tirk a ku gumanbarê şer e li hemberî berxwedaniya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xitimandinek mezin jiyan kir û li pêş çavê hemû dinyayê bi bombe û çekên kîmyewî ku di asta navnetewî de hatine qedexekirin êrîşê Qadên Berxwedanê kirin. Li gel ku hêzên me di nav şert û mercên şerê germ de û bi derfetên herî kêm ev sûcên şer belge kirin û pêşkêşî raya giştî kirin jî, artêşa Tirk ji ber ku dît di raya giştî ya navneteweyî de tu bertekên tundiyê nîşan nadin, ji vê yekê cesaret girt û êrîşên xwe yên tirsonek û hovane ku bi ti awayî ne li gorî yasayên şer û exlaqê mirovahiyê ne zêde kir. Di pêvajoya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê heta niha 6 mehên derbasbûyî de bi bikaranîna 2476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî ku li hemberî Qadên Berxwedanê hatiye bikaranîn ve sucên şer hatiye kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî van hemû êrîşan, bi ruhê fedakarî û cesareta bilind a Apoî ve bi taktîkên curbecûr ên wekî kemîn, ketin, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, çekên giran, pevçûn-derbe, gerîlayên bi koordîne, hêzên parastina hewayî û operasyonên şoreşgerî 2256 çalakî li dar xistin. Bi van çalakiyan ve tarz û taktîkên gerîlatiya serdema nû ku di bingehê wê de Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk heye bi hostayî hatiye pratîk kirin, êrîşên dijmin ku xwe dispêre teknîkê vala hatine derxistin û 2346 dagirker hatine cezakirin. Fermandariya şer û çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk bi senaryoyên sexte û derewan ji bo gelên Tirkiyê û raya giştî ya cihanê bixapîne di nava hewldanan de ne. Lê belê hin dîmenên ku tevî hemû bêderfetiyan jî gerîlayan girtine bin qeydê û raya giştî re parvekiriye, rastiya şerê taybet ê Tirk ku xwe dispêre derewan raxistiye pêş çavan.
Asteng kirina êrîşên dagirkeriyê û bi vê ve girêdayî planên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ku dewleta Tirk a ku sucdarê şer pêk tîne, bi saya ruhekî fedaî û fedakariyekê ve pêkan bûye. Ev berxwedan di heman demê de li ser navê gelên herêmê li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze pêla faşîzmê li herêmê geş bike, bûye helwesta demokrasî û azadiyê. Li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a qirker ku xwe dispêre hêza hewayî û her cure teknolojiya pêşketî sekinandin, tenê bi hezkirina mezin a azadiyê, serkeftina di xeta şehîdan de û bi baweriya bêhempa ya bîrdoziya Apoyî ve pêkan bûye. Di pêvajoya 6 mehan de 153 rêhevalên me di berxwedana herî heybet ya dîrokê de sekneke bêmînak nîşan dane û wendahiyên herî giran yê dîrokê ji dijmin dane jiyankirin û gîhiştine şehadetê. Em hemû şehîdên xwe yên ku di pêşengtiya rêhevalên me Nurî, Mizgîn, Rohat, Şaristan, Mahir, Bager, Avzem, Doğan, Nalin, Güven, Zamanî, Ronahî, Helbest, Fedaî, Siyabend, Berfîn û Mardîn de destanên lehengiyê afirandin bi rêzdarî û minet bibîrtînin. Em soz didin ku em ê li ser bingeha xeta şehîdan berxwedanê mezin bikin û bîranîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Bîlançoya şer a 6 mehan ya di navbera dîrokên 14 ê Avrêl – 14 ê Cotmehê de wiha ye:
Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;
– Bi hêzên parastina hewayî, operasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran, lêdan û rêbaza gerîla ya koordîneyî 2256 çalakî hatin lidarxistin.
Encama çalakiyên hêzên me;
– 2346 dagirker hatin cezakirin, 12 ji wan kontra, 17 jê leşkerên payebilind in.
– 310 dagirker birîndar bûn..
Bi qasî ku hêzên me tespîta wê kirine, di serî de Qadên Berxwedanê Herêmên Parastinê yên Medyayê;
– 3491 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 4197 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2004 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de hatin qedexekirin (bombeya fosforê, bombeya termobarîk û bombeya nukleer a taktîkî) û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Çek û malzemeyên leşkerî yên hêzên me dest danîn ser wan;
– 10 çekên MPT-55
– 4 çekên AK-47
– 3 çekên G-3
– 3 çekên bombeavêj
– 2 çekên M-16
– 2 çekên HK-416
– Çekek BKC
– Çekek Bombeavêj a B-7
– Çekek MPT-66
– 4 debance
– 4 fîşekên bombeavêj
– 848 fîşekên M-16 û BKC
– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij
– 4 êlekên êrîşê (pola)
– 4 mertalên ji pola
– 2 Rext
– 9 Şarjor
– 7 Dûrbînên şev û rojê
– 3 Dûrbînên Termal
– 3 Amûrên destnîşankirina bi lazerê
– 2 Amûrên çekê yên lazer
– Kamerayeke Termal
– Dûrbîneke lazerê
– 4 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 3 Kamerayên datînin ser serî
– Sîstemeke radar a dikare bê hilgirtin
– 24 kg teqemenî
– 4 Mayin
– Cîhazeke teqandina Mayinê
– Dedektoreke Mayinê
– 6 telefonên destan
– 3 Cîhazên ragihandinê yên bêtêl
– Paneleke enerjiya rojê
– Pisûlayek
– 4 Kêr (Kasatûra)
– 6 Çenteyên leşkerî
– 2 Kumên Leşkerî
– 2 Kask
– 9 Fenerên Destan
– 2 Amûrên UPS ên veguherandina enerjiyê
– Çavkaniyeke enerjiyê
– 2 Kortex, TNT C3
– Perçeyên Pergala Kameraya Mobesse
Amûr û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;
– 7 helîkopterên Skorsky
– 3 helîkopterên êrîşê
– 2 Tank
– 17 Wesayitên zirxî yên leşkerî
– 4 Kepçe
– 57 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 49 Drone
– 7 Radar
– 5 Kamerayên Termal
– 2 Teleskop
– 3 Cîhazên Tevlîhevkirina Sînyalan (Jammer)
– 3 Sensorên tevgerê
– 2 Cîhazên guhdarîkirinê
– Wênekêşek
– Konteynirek
– 91 Çeper
– 24 Konên leşkerî
– Kamelyayek
– Sîstemeke Veguhastina Gaza Kîmyewî
– Cebilxaneyek
– 5 Çekên A4
– 2 Çekên BKC
– 120 kg Teqemenî
– 7 Xefikên Teqandinê
– 1 Çepera A-4
– 2 Pergalên Çekên Kîmyewî
– 2 Aspîrator
– 1 Çeka Bombeavêj
Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;
– 43 helîkopterên Skorsky
– 32 helîkopterên êrîşê
– 18 çeper
– 12 drone
– 9 kepçe
– 4 wesayitên leşkerî yên zirxî
– 3 Konên Leşkerî
17 ê Cotmeh a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê