HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

(1 Mijdar-30 Mijdar)

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrîşên qirkirinê bênavber dewam dike. Hêzên gerîla yên fedaî ku bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, di nava şert û mercên herî giran de hewl didin bi rola xwe rabin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de mîsyona xwe ya pêşengiyê ji bo karibe her kêliyê û li her derê bi cih bîne, fedakariyeke mezin bêteredût dikin û bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derdikevin.

Artêşa Tirk a dagirker di meha Mijdarê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve êrîşên li ser hêzên me dewam kir. Artêşa dagirker hemû derfetên xwe, teknîka şer a serdemê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên me bi kar anî, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon kir û tevî vê yekê negihîşt armanca xwe. Li Herêmênw Parastinê yên Medyayê di çeperên şer û tunelan de li hemberî hêzên me yên berxwedêr sûcên şer kir, êrîşên hovane bi rengekî bêperwa dewam kir, ji xeta Kurd a xiyanet û nokeriyê heta dawiyê piştgirî wergirt, lê dîsa jî bê encam ma.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî hemû êrîşên dijmin jî xwe û çeperên xwe parast, bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedaî yê Apoyî destanên berxwedanê nivîsand. Bi helwesteke ku tawîzê ji dilsoziya bi xeta şehîdan, rêbaza jiyanê û îdeolojiya Apoyî nadin, têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin kir. Di meha damezrînerê ya partiya me PKK'ê de performansa şer bilind kir û bi operasyonên şoreşgerî û çalakiyên bi bandor salvegera damezrandinê ya 45'emîn pêşwazî kir. Bi taybetî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li Metînayê di şeva salvegera damezrandina partiya me de pêk hat ku çalakiyeke di cih de û bi wate bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor ê xwe dispêre tunelan, çeperan û qadê, bi performansa bilind û hostatiya taktîkê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û medya wê ya şerê taybet, hewl da ku derbên ji gerîla xwar û windahiyên xwe veşêre, lê belê rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê bi belgeyan bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin. Careke din hate piştrastkirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a israra di şer de, her wiha êrîşên artêşa Tirk ên xwe dispêrin teknîkê nikare encamê bi dest bixe.

Ji pêşengên operasyonên şoreşgerî yên meha Mijdarê hevrêyên me Ciwan Welat (Fatîh Bûlût), Andok Adil (Ramazan Bîlal), Botan Raperîn (Saît Songulalp) û Egîd Kobanêw (Mahmûd Îbrahîm) bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Bîlançoya şerê meha Mijdarê bi vî rengî ye:

 

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DAGIRKER

Êrîşên Bi Balefirên Şer

140

Êrîşên Bi Çekên Kîmyewî

124

Êrîşên Bi Teqemeniyên Qedexekirî

133

Êrîşên Bi Dronên Bombebarkirî

103

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD

Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûne

4

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên Giştî Yên Gerîla

193

Çalakiyên Kemînê

1

Çalakiyên Sabotajê

7

Çalakiyên Bi Koordîne Yên Gerîlayan

2

Operasyona Şoreşgerî

2

Çalakiyên Sekvaniyê

30

Çalakiyên Pevçûn Û Derblêdanê

52

Çalakiyên Bi Çekên Giran

99

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara Dagirkerên Hatine Cezakirin

124

Hejmara Dagirkerên Birîndar Bûne

1

ÊN KU HATINE ÎMHAKIRIN

Wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo

1

Wesayita leşkerî ya bi tîpa Ejder

1

Dron

7

Pergala Kameraya Mobesseyê

6

Çeper

20

Kon

23

ÊN KU HATINE DERBKIRIN

Kepçe

1

Radar

1

Çeper

52

ÊN KU HATINE DESTESERKIRIN

Çeka Nîv Otomatîk A BKC

1

Çeka Bombeavêj

1

Çeka Şexsî Ya MPT-55

2

Şarjorên Çeka MPT-55

12

Amûra Pîvandinê

1

Dedektor

1

Dûrbîna Çekê

2

Telefona Peykî

1

Telefonên Destan

2

Dûrbîna Termal

1

Powerbank

2

Barangir

4

Mont

2

Rextê Êrîşê

1

Çente

5

Kincê Leşkerî

1

Kask

1

Çenteyê Tenduristiyê

1

Termos

1

Lepik

1

Kêr

2

 

 

1’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê