ji çapemenî û raya gîştî re!
Roja 16'ê Tebaxê de saet di navbera 14:30 - 17:00 de li ser qada Gostê ya herêma Xakurkê, ji saet 20:00 ê di 16'ê Tebaxê heta saet 04:00 ê di 17'ê Tebaxê de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine.
Ji saet 18:00 ê 16'ê Tebaxê heta 01:00 ê 17'ê Tebaxê, li qada Glîdag ê navçeya Agirî Bazîdê, saet di navbera 20:30-11:00 ên heman rojan de li qada Qamuşan ên Qersê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di 16'ê Tebaxê de saet di navbera 16:00-17:00 de, qereqola Tepê Çete ya li ser sînorê herêma Zagrosê, bi obus û hawanan qadên Mergê û Tepê Delta bomberdûman kiriye.
Di 16'ê Tebaxê de saet di navbera 07:30-10:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, obus û hawan avêtiye qada Şehîd Gafûr. Li hemberî vê êrîşa artêşa TC a bi çekên giran, gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dan.
Di 16'ê Tebaxê de saet di navbera 14:30-15:00 de qereqolên li Tepê Çete û Tepê Sînekê yên li ser sînorê Heftanînê, obus û hawan avêtin qada Şehîd Kendal.
Di 16'ê Tebaxê de saet di navbera 15:00-15:30 de qereqola Elemûn a li ser sînorê herêma Metîna, bi çekên giran gule li derdorê xwe reşandiye.
Di 17'ê Tebaxê de saet di navbera 02:00-02:30 de qereqola Bilican a li ser sînorê Zapê, obus û hawan avêt qadên Şehîd Baran û Şehîd Colemêrg.
17 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG