Çapemenî û Raya Giştî Re!
Tîmên me yên gerok li Zap, Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li dagirkeran dan. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî bombebaran kir.
Di heman demê de qadên gerîla bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 6’ê Çileyê danê nîvro li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
– 6'ê Çileyê saet di 16:30'î li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 5'ê Çileyê saet di 14:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 6'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 26 û 31’ê Kanûnê û 4’ê Çileyê de herêmên Şukê û Sitûnê yên Avaşînê 5 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
– Di 5 û 6’ê Çileyê de Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan ên Xakurkê, Qada Berxwedana Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya nehiya Şêladize ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi hawan, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.
7’ê Çileya 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG