HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re

Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê 3 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– 1'ê Çileyê saet di navbera 08:00 û 12:00’an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li hemberî dagirkerên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên ferdî, 3 caran jî bi çekên giran çalakî kirin.

– 1'ê Çileyê saet di 11:30’an de li dijî dagirekrên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

–  1'ê Çileyê li nêzî herema Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

–  31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê derdora Gundê Dereşê yê Garê û qada Serê Metîna ya li Metînayê bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin.

–  1'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê çeperên gerîla yên li nêzî herena Çemço û gundê Sîdayê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

2’yê Çileya 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê