HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji hemû cîhanê re nîşan da ku li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk, ew tekane parêzvanê hebûn û destkeftiyên gelê me ye.

Dewleta Tirk a faşîst ku tehemûlî navê Kurd û Kurdistanê jî nake, ji bo ku di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve, hemû rêbazên şerê qirêj xistiye meriyetê. Bi desteka teknîkî ya bêsînor a NATO’yê, artêşa Tirk a faşîst ku bi tundî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê yên gerîla bi kar tîne lê nikare berxwedana hêzên me ya bi îrade û fedaîtiyê bişkîne. Li hemberî hemû êrîşan hêzên me bi helwesteke milîtan ya Apoyî bi çalakiyên xurt derbê li dagirkeran dixe.

Di  çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexe, 12 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.

 

Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê

Roja 20’ê Kanûnê saet 09:20 û 16:25’an de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.

 

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye;

Di 20’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de, dagirkeran lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk şewitandin û dûmana jehrî ber bi çeperên berxwedanê ve şandin.

Çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê 4 caran bi bombeyên qedexe û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 20’ê Kanûnê de Deşta Kafya ya Garê, qadên Şehîd Şerîf ên Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Çekdar 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 20’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê û herêma Çemçoyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

 

21 ê Kanûn a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê