HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re

Artêşa Tirk a dagirker li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla. Bi obus, hawan, tank û çekên giran bi dehan carî bombe li qadê barand. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barand.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan bi vî rengî ne:

1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

– 30'ê Kanûnê saet di 13:40 û 14:30'î de li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî çeperên berxwedanê yên gerîla hatin bombekirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 30'ê Kanûnê Gundê Sarkê yê Garê, Qada Golka ya Metîna û Girê 23 ê Qendîlê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 30'ê Kanûnê li qada Geliyê Lolanê yê Xakurkê, qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê û nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

31 ê Kanûn a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê