Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 16'ê Mijdarê saet di 11:30 de, li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me demeke dirêj leşkerên ji girê Koordîne xwe berdan herêmê, kontrol kirin. Heman rojê saet di 14:30 ji cihekî nêz derbên xurt li van leşkeran dan.
Ji ber van derbên xurt, yekîneya dijmin tevizî û di encama çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatin kuştin ku yek jê payebilind e. Hêzên me çekek HK-33 û çekek RPG-7 roketavêj ji ser cenazeyên leşkeran rakirin. Piştî çalakiyê hêzên artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên keşfê û yên şer, leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky rakir. Roja 17'ê Mijdarê, artêşa TC a dagirker geliyê Adilbegê bomberdûman kir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, bi saxlemî vegeriya baregehên xwe.
2. Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me 17'ê Mijdarê saet di 10:05'an li nêzî qereqola Serekanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, li konvoyeke leşkerî xist. Di çalakiyê de gule li hemû wesayitên di konvoyê de hate reşandin û wesayiteke bi tîpa reo bi temamî hate rûxandin. Her wiha derb li wesayiteke din a bi tîpa reo hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar zêdetir e.
Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û tankan bombe li herêmê barand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist.
Heman rojê, hêzên me li girê Vedat Ozkaya yê li Bazîdê çalakî li dijî yekîneyên dijmin pêk anîn. Di çalakiyê de ku derbên xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin ukştin, ku yek jê fermandarê li vî girî bû. Hêzên me her wiha li cîhaza radarê û wesayiteke zirxî ya li ser gir jî xistin.
3. Roja 17'ê Mijdarê saet di 12:00 de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li girê Petrut ê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji xwe re rê çêdikirin, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de ku derb li maşînên kar û çeperên dijmin hate xistin, bi qasî hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin û kepçeyek jî hate rûxandin.
Heman rojê, hêzên me yên YJA Starê jî li dijî qereqola Girê ya Çelê çalakiyek li dar xistin. Çalakî li hemberî avahî û çeperên dijmin hate kirin û di encamê de şewat bi stargeheke leşkeran ket. Her wiha kûleyek ku leşker tê de bûn hate rûxandin. Hêzên dagirker ku tevî arkujan hewl dan şewatê vemirînin, di heman demê de bi çekên giran li derdorê reşandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.
4. Roja 17'ê Mijdarê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;
Balafirên şer saet di 11:40 de girê Kartal ê li herêma Avaşînê, saet di 12:00 de derdora çemê Lolan û Ava Xakurkê ya li herêma Xakurkê, saet di navbera 21:00-23:00 de pira Balinda û derdora Gundê Sitê yê herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer li pira Balinda û derdora gundê Sitê ya li herêma Zapê, xisar li dehl û rezên gundiyan bû, qemyonek û kepçeyeke şêniyên herêmê îmha bûn.
18'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG