Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopterên êrişê û balafiran hatin bombekirin.
Di heman deme de dagirker li herêma Avaşînê daran dibirin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:
– 13'ê Hezîranê saet di 10:00 de li nehiya Çemankê ya navçeya Duhokê balafirên şer bombe li gundê Bêbadê barandin.
– 16'ê Hezîranê saet di 10:16'an qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên 2 caran hate bombekirin.
– 16'ê Hezîranê saet di 20:00 de gundê Dirê yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.
– 16'ê Hezîranê saet di navbera 22:30 – 00:30'î de tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Di heman demê de droneyên dagirkeran li ser qadê geriyan. Piştî destwerdana hêzên me drone neçar man ji herêmê biçin.
– 17 û 18'ê Hezîranê tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran hatin bombekirin.
– 17'ê Hezîranê saet di navbera 22:00 – 03:00 de li qadên Mamreşo, Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.
– 17'ê Hezîranê saet di 18:10'an de qada Gundê Fila ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
– 17'ê Hezîranê saet di navbera 20:45-00:00 de li herêma Zapê Gundê Zendûra, zeviyên gundên Kêste û Hirorê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
– Artêşa Tirk a dagirker li herêma avaşînê li qadên Werxelê, Kîlîse û Tabûra Ereban daran dibirin.
18’ê Pûşpera 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê