Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 12'ê Cotmehê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkrean hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
— 13'ê Cotmehê saet di 18:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 mayinên dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin îmhakirin.
— 13'ê Cotmehê saet di 22:44'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li kepçeyeke zirxî hate xistin.
2. Li herêma Xakurkê;
— 14'ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
3. Li herêma Metînayê;
— 10'ê Cotmehê saet di 21:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên ferdî li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.
4. Li herêma Garê;
— 13'ê Cotmehê saet di 11:00 de li qada Spîndarê droneyeke bi tîpa Mînî Bayraktar a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin.
5. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 11'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê bi droneyên bomberbarkirî hatin bombekirin.
— 12'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 10, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
6. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 10, 11, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Kendekola, Xinêreya Jor, Berbizinê 7 caran, li Herêma Garê qadên Şiyê, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Rêbînê, Deşta Kafya, Dola Mêranê, Sêdarê, Sîser, Dêreşê, Spîndarê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar 5 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêpalan 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê û Bêşîlî 5 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 10, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 13 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna 21 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 15 caran; bi giştî 49 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
14’ê Cotmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê