Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
1. Li herêma Zapê;
– Di 8’ê Gulanê saet 12.00 û 15.20’an de dagirkeran êrîşî Qada Berxwednê ya Girê FM kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dan.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;
– Di 8’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedana Girê FM bi çekên qedexekirî hate bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 8 û 9’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 11 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
– Artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên me yên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM bi kepçe û dozeran hilweşîne.
9’ê Gulana 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê