Çapemenî û Raya Giştî Re
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
1. Li herêma Metînayê;
– 4'ê Adarê saet di 12:20'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin û bersiv dan.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
5’ê Adara 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê