Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Di dîroka 25’ê Mijdara 2017’an de li qada Behdînan, di navbera yekîneyekî me û endamên MÎT’ê Tirkiyê de pêvçûnek derketibû. Di vê pêvçûnê de endamê MÎT’ê, bi navê Serhad Ege hat kuştin û di heman pêvçûnê de hemwelatiyekî me ya bi navê Bilind Abdî Abdûrrahman jiyana xwe ji dest da.
Piştî vê bûyerê weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê, me lêpirsinek pêşxist. Di vê lêpirsinê de hat zelal kirin ku Bilind Abdî Abdûrrahman ne sîxûrê MÎT’ê ye; di nav pêvçûnê de bi xeletî hatiye kuştin.
Ji ber vê bûyera xemgîn em ji malbata Bilind Abdî Abdûrrahman re sebr dixwazin û dibêjin serê we sax be.
11.12.2018
QOMÎTEYA TÊKÎLIYÊ DERVE YA HPG