HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29'ê Gulanê derbên giran xwar. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

Saet 11'an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.

Saet 14:30'î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Saet 04:15'an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 15:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket."

28'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şêxzade ya herêma Xakurkê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevrêyê me Rêbaz Mahabat (Reşît Hasan Nejad) şehîd bû.

Nasnameyê Şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Rêbaz Mahabad

Nav paşnav: Reşît Hasan Nejad

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Helîm-Cafer

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019 / Xakurkê

 

Rebaz – Reşit Hasan Nejad

Hevrêyê me Baz di sala 1988’an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Rêhevalê me Rêbaz serî li zilma dijmin rakiriye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Rêbaz ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi awayekî fedakar têkoşiyaye. Rêheval Rêbaz di pêngava berxwedanê de derbên giran li dijmin daye û heta kêlîka dawîn ji bo hebûna gelê Kurd û parastina azadiya wê tevgeriyaye. Di serî de malbata rêheval Rêbaz em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza bilindkirina alaya têkoşîna wî dubare dikin.

Dagirkerên ku li bin guhê berxwedana xurt a gerîla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêre, îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin. Ji dema destpêkirina operasyonê û heta niha ji bilî hevrêyê me Rêbaz gerîla ti windahî nedaye. Tenê li herêma Xakurkê bi qasî hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin. Bila gelê Kurdistanê yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk zanibe ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li gorî wezîfe û mîsyona xwe li dijî her êrîşê bi dil û can li ber xwe didin û êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran têk dibin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi hêza ji şehîdên me yên leheng, îdeolojiya jiyana azad a Rêberê me û gelê me werdigirin, wê ji niha û pê ve jî li dijî her pêla êrîşan mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.

30’ê Gulanê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê