HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

 Di 18’ê Hezîranê saet di 20.40’an de hêzên me li dijî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker di navbera rêya Colemêrg û Çelê de li Qada Kanî Orê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî hatiye îmhakirin û û wesayîta kobre jî hatiye derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşkerên dijmin hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kiriye û mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qadê derxistiye.

Yekîneyeke taybet a artêşa Tirk a dagirker ya ku ji qereqola Geman a Çelê derdikeve eraziyê û kemînan datîne, kete bin kontrola hêzên me. Wesayîta zirxî ya Kobra ya ku ev yekîne tê de bû û wesayîta sivîl a ku ji bo karên leşkerî bi kar dianîn,  hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 20.30’an de li qada Derava Qesranê li dijî wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine û li van wesayîtan dane. Wesayîta sivîl a ku ji bo karên leşkerî dihat bikaranîn hate îmhakirin û ya zirxî jî derbên giran xwar. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyon daye destpêkirin û di heman rojê de bêyî ku encamê werbigire ji qadê vekişiyaye.

Di 19’ê Hezîranê de saet di 04.15’an de hêzên me li Girê Elîşêr ê Geverê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatine rûxandin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin.

 Di heman rojê de saet di 13.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Şikêrê ya Çelê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine û leşkerek kuştine.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me di 18’ê Hezîranê de saet di 23.00’an de li qada Banê Ezîza ya Basa ya Şirnexê 3 dozer şewitandine yên ku ji bo bendava Ilısûyê dixebitin. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê li qadê operasyonek daye destpêkirin û di 19’ê Hezîranê de hêzên me li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye û di heman rojê de ji qadê vekişiyaye.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger de di 19’ê Hezîranê de li qada Deriyê Serxêtê yê Çiravê ya Dihê ya Sêrtê li dijî yekîneyek artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

 

20’ê Hezîranê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê