Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!
Wekî tê zanîn dewleta Tirk di 14 ê Avrêl a 2022 an de li hemberî qadên Zap, Avaşî û Metîna yên Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkirinê dest bi êrîşeke berfireh kirin.
Hêzên me ji 14’ê Avrêlê û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berxwedaneke mezin û dîrokî dimeşînin. Tê zanîn ku dewleta Tirk a mêtînger plan dikir ku di demeke pir kin de van herêman dagir bike û bi vê hesabê êrîş kir. Lê tevî ku pir zêde piştgirî ji dewleta Tirk re hate dayîn, çekên modern ên serdemê û çekên qedexekirî yên ku bi zagonên navnetewî hatine qedexekirin jî li hemberî me bikaranî ev çar meh û nîv e nekarîn vê dagirkeriyê tam pêkbînin. Dewleta Tirk di van êrîşên xwe de xitimiye û hatiye ber bi binketinê. Şerê di navbera me û dewleta Tirk de li ser vê bingehê bi awayekî bêhedan dewam dike. Şer bi vê rewşa heyî ve hatiye asteke pir girîng û kritik.
Cihê ku ev şer ji 25’ê Gulanê û vir ve herî zêde lê zêde bûye xeta Girê Hakkarî û Girê Amediyê ye. Em bi biryar in ku li vir dewleta Tirk têk bibin. Wê dewleta Tirk nekarî li van herêman bi dest bixe. Neçarin ku paşve biçin; heke paşve neçin wê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. gelê me û raya giştî divê baş bizanibin ku em vî şerî taktîkî nagirin dest. Em vî şerî di destpêkê ji bo destkeftiyên netewî yê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û ji bo pêşeroja demokratik a gelen herêmê girîng dibinin û wekî şerekî stratejîk digirin dest. Ev şer berxwedana netewî û demokratîk a ku ji bo berjewendiyên netewî ya gelê Kurd û pêşeroja wê ya azad e. Ji bo vê me heta niha fedakariya pêwîst kir û ji vir û şûnde jî berdêlê wê her çibe em bi biryarin ku tişta pêwîst bikin.
Tevî ku şerê di navbera me û rejîma qirker ya AKP-MHP ya li herêmên Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Sêgirê hatiye qonaxeke kritik, di saetên sihara 27 ê Tebaxê de hate dîtin ku PDK bi tevî hêzeke ewlekariyê
ve ji parka Amediyê heta navbera qadên me yên berxwedanê bi maşîneyên kar rê çêdikin. Her wiha em baş dizanin ku dewleta Tirk a ku li herêmên Şikefta Birîndara û Werxelê qitimandina ku jiyan dikin bi anîna rêyan û xistina meriyetê ya tank û hwd. dixwazin derbas bikin. Bi vî alî ve pir zelale ku ev rêya ku tê çêkirin wê rejîma AKP-MHP û dewleta Tirk ji tengasiya ku jiyan dikin xelas bike. Pir zelale ku çêkirina vê rê tê wateya piştgiriya şênber ya ji bo dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP û destwerdana şer e.
Bangawaziya me ji rêveberiya PDK; ev rêya ku wê xizmeta dijminê gelê Kurd bike çênekin. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku ji bo sekinandina ev rêya ku wê li pêşiya pêvajoyek xeternak û bêbext veke ku ji aliye PDK ve tê çêkirin û ji bilî xizmeta rejîma AKP-MHP dike tu wateya xwe nîne, xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
Zelale ku ji aliye PDK ve heta eniya şer anîna vê rêyê tê wateya yekser beşdarbûna şer. Di vê demê de rûdana şerekî navbera Kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê. Lewma di vê demê de divê PDK karekî bi vî rengî neke. Bi vê armancê em bang li raya giştî ya demokrtîk, gelê Kurdsitanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo PDK'ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerîne ku dikare bibe sedema şerekî navbera Kurdan.
28 ê Tebax a 2022
FERMANDARİYA BİRYARGEHA NAVENDİ YA HPG