Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên xurt ên demên dawî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar.
Niha jî hewl dide bi êrişên hewayî yên giran ên li ser qadên gerîla encamê werbigire. Di êrişên hewayî yên artêşa dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye. Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrişan de windahiyên me çêbûne û li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, li ser vê yekê jî nûçeyên derewîn amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku li ser derewan dike.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bêencam ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin wiha ne;
– 13'ê Kanûnê saet di navbera 16:30-20:30'î de li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê bi balafirên şer hatin bombekirin.
– Di navbera 12 û 14'ê Kanûnê de artêşa Tirk qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir.
15’ê Kanûna 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê