Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên bibandor, serkeftî û encamgir yên hêzên me li dijî operasyona dagirkeriyê ya li hemberî herêmên Zap û Avaşîn berdewam dikin.
Dagirkerên ku ne li benda berxwedaneke bi vî rengîbûn matmayî bûne. Pevçûnên di navbera hêzên me û dagirkerên ku windahiyên giran didin berdewam dike. Di heman deme de bombebaran û tevgera balafirên şer yên li ser herêma me jî bênavber berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker di çerçoveya şerê taybet de derewan dike û iddia dike ku hêzên me pir windahî dane, lê di rastiyê de kuştiyên xwe vedişêre. Agahiyên di derbarê windahiyên me de ku di çapemeniya şerê taybet a Tirk de derbas dibin bi giştî derew in. Heta niha di pêvajoya şer de bi giştî 5 hevalên me gîhiştine şehadete. Dema nasnameyên hevrêyên me diyar bûn emê bi gele xwe re parve bikin.
Tenê di şerê 24 saetên dawî de 41 leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine cezakirin, 5 leşker birîndar bûne û 2 Drone jî hatine xistin.
Hurgiliyên çalakiyên ku ji aliye hêzên me ve hatine lidarxistin wiha nin:
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 18 ê Avrêlê saet 09.40 an de dema leşkerên dagirker xwestin ber bi herêma Werxelê ve biçin ketin bin kontrola hêzên me. Leşkerên dagirker li vir 5 caran ji aliye hezên me ve di mesafeyek kurt de bi bombeyên destan û çekên ferdî ve hatin lêdan. Li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar derketin û di van pevçûnan de 12 dagirker hatin cezakirin. Her wiha 2 Droneyên li ser herêmê digeriyan jî hatin xistin û ev Drone ketin erde. Di heman deme de li dijî komek din a dagirkeran jî hevalên me bi çekên giran çalakiyek lidarxistin û encam de 2 dagirker hatin cezakirin.
– Di 18 ê Avrêlê de dema dagirkeran careke din xwestin biçin herêma Werxelê dîsa bûn hedafa hêzên me. Di encama lêdanên bibandor ên hêzên me de 1 dagirker hate cezakirin û 2 dagirker jî hatin birîndarkirin. Dîsa di heman saetan de dagirker bi çekên giran hatine hedefgirtin û lêdan. Piştî lêdana bibandor a hêzên me dagirker neçar man ku xwe qedemeyek paşde kişandin.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 18 ê Avrêlê saet 03:00 an de dagirkerên ku xwestin ber bi herêma Şehîd Ciwan de biçin ketin bin kontrola hêzên me û piştre hêzên me di mesafeyak nêz de li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
– Di 19 ê Avrêlê de dema dagirkeran xwestin xwe li Girê Şehîd Ciwan de bicîhbikin ji aliye hêzên me ve bi çekên sekvaniyê hatin lêdan. Di encama vê çalakiyê de 1dagirker hate cezakirin û dagirker neçar man ku xebata xwe ya mewzîgirtinê bidin sekinandin.
– Di 18 ê Avrêlê saet 14.40 an de dema dagirkeran xwestin leşkeran daynin herêma Çiyayê Reş ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hate lêdan. Di encama lêdana hevrêyên me de 2 dagirker hatin cezakirin. Di saet 17.45 an de dema dagirkeran xwestin bikevin tevgerê careke din ji aliye hêzên me ve hatin hedefgirtin û bi taktîka sabotajê hatin lêdan. Di encama lêdanên bibandor ên hêzên me de vê carê jî 5 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker hate birîndarkirin.
– 18 Avrêlê di navbera saetên 11:00 – 11:40 an de dema dagirkeran xwestin ber bi herêma Kurojahro de biçin, 3 caran bi taktîka sabotajê hatin lêdan û encam de 4 dagirker hatin cezakirin.
– Di 18 ê Avrêlê saet 14:00 an de dema dagirkeran xwestin ber bi Girê Şehîd Şemdîn ve biçin bi taktîka sabotajê hate lêdan û encam de 1 dagirker hate cezakirin.
– 18 Avrêlê di navbera saetên 08:30 – 09:00 an de dema leşkerên dagirker xwestin ber bi Girê Şehîd Şemdîn ve biçin, 4 caran bi taktîka sabotajê ve hatin lêdan. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.
– Dagirkerên ku roja 18’ê Avrêlê saet 14:30’î li qada Girê Şehîd Şemdîn çalakî li dar xistin, piştî ku hêzên me yên YJA Starê ew xistin bin kontrola xwe, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan hatine armanckirin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xistin û 2 dagirker ceza kirin.
– 18’ê Avrêlê saet di navbera 12.00-13.00’an de 3 caran bi taktîkên sûîqestê û çekên ferdî li dagirkerên li Girê Şehîd Ciwan hatiye xistin. Di encama çalakiyên ku hatin lidarxistin de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.
– Di 18’ê Avrêlê de hêzên me li dagirkerên ku di navbera Girê Xeregol û Girê Şehîd Delîl de di nava tevgerê de bûn xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û dagirkeran de berdewam dikin.
19 ê Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê